Piştî ku PKK xwe fesix kir, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dest bi gera hevdîtinan bi partiyên siyasî re kir. Şandeya DEM Partiyê hevdîtina xwe ya yekem duh bi bi Partiya DEVAyê kir û îro jî serdana CHPê kir.
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel re dest pê kir.

Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeyê de bûn in.
Şandeya DEM Partiyê li Navenda Giştî ya CHPê ji aliyê Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayin Boke, Cîgira Serokê Giştî Meryem Gul Çîftçî û Alîkarê Serokê Koma CHPê Mûrat Emîr ve hate pêşwazîkirin.
Ozel şandeya DEM Partiyê li ber deriyê eywanê pêşwazî kir. Piştî kişandina wêne û dîmenan, şande derbasî eywanê bû. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî domiya.
Her weha nehat diyarkirin ka dê piştî hevdîtinê daxuyaniyek were dayin an na.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan duh (19ê Gulanê) bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re hevdîtin kirin.
Duh jî Alîkarên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeya DEM Partiyê de cih girtin.
(AY)